Galatî 6
[1] Xûşk-birano, heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku r’uh’anî ne, wî bînine ser r’îya r’astîyê, lê bi r’uh’ê milûktîyê. Lê haş ji xwe jî hebin, ku hûn nek’evine cêr’ibandinê.
[2] Barêd hevdu hildin û bi vî awayî hûnê qanûna Mesîh biqedînin.
[3] Heger yek xwe dewsa tiştekî datîne û xwexa ne t’u tişt e, ew xwexa xwe dixapîne.
[4] Bira her kes kirinêd xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe r’azî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke.
[5] Çimkî her kesê xurca xwe hilgire.
[6] Ewê hînî xebera Xwedê dibe, gerekê her tiştêd qenc t’evî dersdarê xwe p’ar ke.
[7] Nexapin, Xwedê nabe pêk’enî. Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine.
[8] K’î ku bona binyat’a xwe diçîne, ewê ji wê binyat’ê mirinê biçine, lê k’î ku bona R’uh’ biçîne, wê ji R’uh’ jîyîna h’eta-h’etayê biçine.
[9] Ji qencîkirinê jî aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der.
[10] Awa h’eta ku wext destêd meda ye, h’emûyar’a qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêr’a.
[11] Dîna xwe bidinê, ez bi çi h’erfêd gir niha wer’a dinivîsim.
[12] Ewêd ku dixwazin ji dervava xwe bidine k’ifşê, ew p’êyî ser we dikin, ku hûn bêne sinetkirinê. Lê evana vê yekê dikin, ku t’enê bona xaçê Mesîh ew neyêne zêrandinê.
[13] Ewêd xweyîsinet xwexa Qanûnê xwey nakin, lê dixwazin ku hûn bêne sinetkirinê, wekî ew bi nîşana qalibê weyî merivayî bifir’in.
[14] Lê jimin nak’eve ku ez bi tiştekî din bifir’im, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi k’îjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê.
[15] Belê ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî ew e, ku bibin e’firînekî nû.
[16] De bira e’dilayî û r’e’m ser wan h’emûya be, k’îjanêd ku anegorî vê yekê dijîn û usa jî ser Îsraêla Xwedê be.
[17] Ji vir şûnda bira t’u kes ze’metê nede min, çimkî min daxa birînêd Îsa hildaye ser bedena xwe.
[18] De bira k’erema Xudanê me Îsa Mesîh t’evî r’uh’ê we be xûşk-birano. Amîn.