[1] Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji h’emû k’irêtîya qalib û r’uh’ê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin.
[2] Me dilê xweda cî kin! Me neheqî t’u kesî nekirîye, zîyan nedaye t’u kesî û kesek k’ara xwer’a nedaye xebatê.
[3] Ez vê yekê nabêjim ku we neheq kim, lê çawa min pêşda gotîye, hûn dilê meda ne, heger em bimirin yan bijîn em t’evî we ne.
[4] Ez gelekî weda guman im, gelekî pê we fir’naq dibim! Nava h’emû te’lî-tengîyêd meda berdilîya we ji serê min zêdetir e û şabûnêda k’im-k’imî me.
[5] Belê gava em gihîştine Mekedonyayê, me qet r’ih’etî nedît, lê me h’emû alîyava te’lî-tengî k’işandin, dor-bera şer’-de’w bûn, dilada jî xem û derd bûn.
[6] Lê Xwedêyê ku ber dilê şkestîyada tê, bi hatina Tîto dil da ber me
[7] û ne ku t’enê pê hatina wî, lê bi wê yekê jî, ku çawa we dil dabû ber wî. Ewî mer’a gilî kir, ku hûn çiqasî demana minda ne, şîn û girî ne û xîreta min dik’işînin. Bi vê yekê dilê min hê şabûn k’etê.
[8] Belê heger min pê wê ne’mê dilê we êşand, ez ne p’oşman im. R’ast e ez p’oşman bûm, gava min dît ku wê ne’mê hinek wext dilê we êşand.
[9] Lê niha ez şa me, ne ku bona wê yekê ku hûn ber xwe k’etine, lê çimkî hûn bona t’obekirinê ber xwe k’etin. Hûn li gora xwestina Xwedê ber xwe k’etin, usa ku we t’u zîyan ji me nedît.
[10] Berxwek’etina li gora xwestina Xwedê mêriv berbi t’obeyîyê dibe ku xilaz ke û p’oşmanî têda t’une, lê berxwek’etina ji vê dinyayê berbi mirinê dibe.
[11] De dîna xwe bidine wê berxwek’etina li gora xwestina Xwedê ku çiqas k’ar da we: We çawa ce’dand bi r’ûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi h’izret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqîyê! We h’emû alîyava xwe da k’ifşê, ku hûn van yekada ser nixta h’elal in.
[12] Awa ew ne’ma ku min wer’a nivîsî, ne bona wî bû, yê ku neheqî kir û ne bona yê hate neheqkirinê, lê belê wekî ew demana weye hindava meda li ber Xwedê e’yan be.
[13] Bona vê yekê dil hate ber me. Pêştirî wê berdilhatinêda, hê gelekî dil hate ber me bona şabûna Tîto, çimkî we h’emûya dilê wî r’ih’et kiribû.
[14] Li ber wî ez pê we fir’naq bûm û ez r’ûr’eş dernek’etim. Lê çawa her tiştê ku me wer’a got r’ast bû, usa jî ew fir’naqîya meye ber Tîto r’ast derk’et.
[15] Û dilê wî hê ser we germ bûye, gava bona guhdarîya we h’emûya bîr tîne, ku we çawa bi xof û tirs ew qebûl kirîye.
[16] Ez şa me, ku her tiştîda weda guman im.