Skip to content
Opens in a new window

Korint’î I 6

Listen to this chapter • 3:51

[1] Gelo eva k’arê kirinê ye, gava yek ji we, nava wî û birê wîda de’w-doz pêşda tê, turuş dike li ber nep’aka wê yekê dide safîkirinê, ne ku li ber cime’ta Xwedê?

[2] Çima hûn nizanin ku cime’ta Xwedê wê dîwana dinê bike? Û heger bi destê we wê dîwana dinyayê bê kirinê, gelo hûn nikarin van pirsêd sivik jî safî kin?

[3] Çima hûn nizanin ku emê dîwana milyak’eta jî bikin? Îdî k’u dimîne dîwana pirsêd vê dinyayê nekin?

[4] Awa heger nava weda pirsêd vê dinêye safîkirinê hebin, hûn çawa dikarin h’akimtîyê bidine destê yêd usa, ku ji alîyê civînêda ne t’u tişt in?

[5] Ez aha dibêjim, ku hûn şerm bikin! Gelo nava weda yekî serwaxt t’une, ku bikaribe nava birada serederîyê bike?

[6] Lê bira birêr’a dik’eve de’w-dozê, ew jî li ber nebawera!

[7] We r’astî vê yekêda lap daye der, ku hûn hevr’a dik’evine dergeh-dîwana. Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne neheqkirinê? Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne şêlandinê?

[8] Lê hûn neheqîyê dikin û dişêlînin, ew jî xûşk-bira!

[9] Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê P’adşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne p’ûtp’arist, ne zinêk’ar, ne jinêd hevr'a dibin r'obet, ne mêrêd hevr'a dibin r'obet,

[10] ne diz, ne timak’ar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî t’alankir P’adşatîya Xwedê wê war nebe.

[11] Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn r’ast hatine h’esabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi R’uh’ê Xwedêyê me.

[12] Dibêjin: «Her tişt minr’a e’det e», belê, lê her tişt ne k’ar e. «Her tişt minr’a e’det e», lê t’u tişt gerekê h’ukumî ser min neke.

[13] Dibêjin: «Xwarin bona zik e, zik jî bona xwarinê ye», lê Xwedê her duya jî wê unda ke. Lê beden ne bona qavîyê ye, lê bona xizmetk’arîya Xudan e û Xudan jî bona bedenê xem dike.

[14] Û Xwedêyê ku Xudan ji mirinê r’akir, wê me jî ji mirinê r’ake bi qewata Xwe.

[15] Çima hûn nizanin ku bedenêd we endemêd Mesîh in? Ez endemêd Mesîh hildim t’evî qava kim? T’u car!

[16] Yan hûn nizanin yê ku t’evî qava dibe, t’evî wê dibe bedenek? Çawa nivîsar dibêje: «Her du wê bibine bedenek» .

[17] Lê ewê ku t’evî Xudan dibe, dibe r’uh’ek.

[18] Ji qavîyê bir’evin! H’emû gunêd mayîne ku meriv dike, ji bedenê der e, lê ewê ku qavîyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike.

[19] Çima hûn nizanin ku bedenêd we p’aristgeha R’uh’ê Pîroz in, ku nava weda ye, K’îjan we ji Xwedê stand? Hûn ne xweyîyê serê xwe ne .

[20] Hûn bi qîmetekî biha hatine k’ir’înê. Bona vê yekê bikin ku pê bedena we şikirî Xwedêr’a bê dayînê .

Korint’î I — Chapters