Çalakvanekî Kurd li Tirkiyê dîsa hat girtin û bû armanca dozgeran
12 June 2026

Çalakvanekî Kurd li Tirkiyê dîsa hat girtin û bû armanca dozgeran

SBS Kurdish - SBS Kurdî

About
Çalakvanê Kurd Ferîd Azad, dîsa hate desteserkirin. Azad, berdevkê Tevgera Vejînê ye, ew hem leşkerîya Tirkiyê hem jî zimanê Tirkî red dike û doza xwe ya ji bo mafê Kurd û Kurdistanê bi çalakiyên pasîf bi rêya medya civakî belav dike. Hevjîna wî Evîn Azad, behsa rewşa hevjînê xwe dike û vedibêje ka çima Ferîd Azad gelek caran dibe armanca dozgeran û di mafê wî de doz vedibin.