zeno
Home
Explore
Religious
Music
News
Podcasts
Bible
By Genre
By Location
By Language
Download App
Log in
Sign up
Toggle Sidebar
zeno
Podcast Kurdi
Podcast Kurdî
News
Turkish
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Website
Episodes
300
28 July 2024
LI AMEDÊ EV 6 MEH IN XANÎ NAYÊN FIROTAN
Ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, êdî kes nikare ji xwe re xaniyek jî bikire. Xanîfroşên li Amedê, dibêjin ku ev 6 meh in xaniyek jî nefirotine. Li Êlihê jî rewş pir cuda nîne. Kirê jî pir zêde bûne, lewma xelk nizane êdî çi bike.
12 min
25 July 2024
LI QILEBANÊ MUZEXANEYEK KU DÎROKA ÇANDA KURDAN VEDIBÊJE
Li welatê me yekem car e muzexaneyek ku tenê ji amûr û cilûbergên kurdî pêk tê, hatiye vekirin.Seydayê Goyî ku di sala 2019’an de dest bi avakirina wê kir, heta niha ji hezarî zêdetir amûrên dîrokîkom kiriye. Seyda dibêje ku ev muzexane li Qilabanê ye, lewma hinekî dûr e û dixwaze ku dilxwazênçanda kurdî piştgiriyê bidin wî
20 min
22 July 2024
Li Wanê bikaranîna madên hişber gihiştiye asteka metirsîdar
Civaknas Osman Turgut: Divê wê tobloya tirsonek da malbat bi hişyarî tevbigerin û zarokên xwe biparêzin.Her çende sazî kar û xebatan bikin jî ev ji bo têkoşînê têr nake
21 min
15 July 2024
Li Swisre Komela Kultûrê Kurdî li Cînêvê hat avakirin
Li Swisre Komela Kultûrê kurdî li Cînêvê hatiye avakirin û her sal gellek xwendekarên kurd perwerde jê digrin.Eziz Kalo; Li Genêvrê devlet alîkariyê dide ku kurd bi zimane xwe perwerde bigrin. Lê malbat zarokên xwe dişînîn perwerdeya bi zimanê tirkî,erebî û farisî @AzizKalo
20 min
11 July 2024
Zêdebûna xerca deriyên sînora, welatiyan xistine nav tengasiyê
Welatiyên herêma Serhedê: Em debara jiyana xwe bi rêya deriyên sînoran bi rêvedibin. Di vê qeyrana aborî de, eger xerca deriyên sînoran were zêdekirin, em nikarin jiyana xwe rêvebibin û pariyek nan bibin mala xwe.
12 min
17 June 2024
Mehmet Emîn Aktar: Em dizanin kê Tahîr Elçî kuştiye
Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar dike ku serdozgeriyê ji destpêkê ve li ser mirina Tahîr Elçî derbarê ti kesî de lêpirsîn vene kir. Baroya Amedê li Londonê sînevîzyona bi deng û dîmen amade kir, piştî wê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Dibe ku kes nehate ceza kirin lê em dizanin kê Tahîr Elçî kuştiye.
24 min
17 June 2024
Xelkê Amedê: Heta hikûmet neyê guhertin aborî baş nabe
Qeyrana aboriyê kêr gihandiye hestî. Xelk dibêje ne dikarin parîk nan bistînîm û ne jî dikarin ji malên xwe derkevin herin cihekî. Li gorî gotina xelkê, heta hikûmet neguhere aborî dê baş nebe.
23 min
02 June 2024
5emîn Sempozyuma Navneteweyî ya Kurdiyat, Wanê hate li darxistin
• 5emîn sempozyûma Navneteweyî ya Kurdiyatê Mela Mehmûdê Bazîdî & Alexsandre Auguste Jaba û Mîrasa wan li Wanê hate li darxistin• Doç. Dr. Yakup Aykaç qala gîrîngiya naveroka sempozyûmê dike û dibe: Em dixwazin bi wan rêze sempozyûman, wan koleksiyon û xezîneyên Kurdan ên dev girtî yek bi yek derxin holê.
25 min
24 May 2024
Rewşenbîr Ronî Aydin Derê qala penaberiya xwe dike
• Nivîskar Ronî Aydin Derê ku di dema derbeya leşkerî ya sala 1980an de çû Ewropayê, pêvajoya penaberiyê û jiyana xwe ya li Swîsre ji me re vegot.• Divê em penaberiyê pir şîrîn nîşan nedin, ji ber ku penaberî cîhê helandinê ye. An mirov divê bi ser bikeve an jî dibe ku di nav de dihele. Û gelek kes jî di nav de heliya ne.• Li Ewropayê karmend, xwendekar, siyasetmedar divê xwe bi rêxistin...
23 min
19 May 2024
Nivîskar Alî Fikrî Işik şampiyoniya Amedsporê şîrove dike
13 min